Pirsgirêkên Gistî Yên Xebatên Folklora Kurdî û Çend Pêsniyaz |
Author : Necat KESKIN |
Abstract | Full Text |
Abstract :Xebatên folklorê xwedî dîrokeke dirêj in, lê “folk-lore” wek têgeh cara pêsî di sala 1846an de hat bikaranîn û di demeke kin de ji hêla civaka zanistî hat pejirandin. Di demeke kin de jî bi rê û rêbaz û mijarên xwe weke disîplîneke serbixwe hat qebûlkirin. Ji ber têkiliya berbiçav bi pêvajoya netewebûnê re jî xebatên folklorê pêsî li Ewropayê û pistre jî li derveyî Ewropayê belav bûn. Ji bo birêvebirina van xebatan komele û sazî hatin avakirin, kovar hatin wesandin. Di çarîka pêsî ya sedsala 20mîn de rewsenbîrên kurdan jî bal kisandin ser xebatên folklorê. Her çiqasî wek têgeh bi nav nekiribin jî di kovar û nivîsên xwe de cih dan van xebatan. Ligel ku di ser mînakên pêsî de sed sal derbas bûye, îro hê jî xebatên folklora kurdî xwedî pirsgirêkên bingehîn in. Ev pirsgirêkên bingehîn wek "ên dezgehî" û "ên têgehî" dikarin werin binavkirin. Di vê gotarê de ev pirsgirêkên bingehîn û herweha hinek pêsniyaz ji bo çareseriya wan dê werin gotûbêjkirin. |
|
Folklor û Afirandina Çanda Nivîskî |
Author : Avdo KARATAS |
Abstract | Full Text |
Abstract :Civakên cîhanê dikarin wek civakê xwedî çandên devkî û yên nivîskî werin cudakirin. Ev herdu kategorî ne tenê di mijara çandê de alavên analîzê derdixin holê, lê li gora vê kategoriye, jiyan, ziman, wêje, têgihistin, mejû, pevguhazî û hwd. yên herdu cureyên civakan jî dikarin werin analîzkirin û ji hev werin cudakirin. Dema ku mirov berê xwe dide civak(ên) Kurdan, derdikevê holê ku bi piranî heta dawiya sedsala 20an bi gelemperî xwedî ziman û çanda dengî bûn. Ev rews her diçe tê guhertin û Kurd xwe vedigerînin ser ziman û çanda nivîskî. Bi wî awayî wateya nivîs û tekstên nivîskî di nav civaka Kurd de zêdetir dibe; hafizeya Kurdan xwe ji hafizeya demkurtî vedigerîne hafizeya demdirej. Bi vê yekê jî pêkan dibe ku çand û zimanê Kurdî dijîtalîze bibe. Ev rews ji bo civakên sivîl yên cîhanê ji mêj ve hatiye girtin, lê belê li cem Kurdan hê aktuel e û pêsketinên pir girîng di mijara nivîsê de derdikevin holê. Di vê gotarê de ev mijar bir kurtasî di ber çavan re tê derbaskirin û tê angastkirin ku xebat, lêkolîn, lêgerîn û berhevdanên folklorîk alîkariyek mezin di warê geskirina çanda nivîskî de didin. Bi lêkolînên folklorê çanda devkî vedigere çanda nivîskî, hafizeye çandê ji dengî dibe nivîskî, çand û ziman tên arsîvkirin û bi runistina çanda nivîskî civak ji bingehê ve tê guhertin. Wekî mirov cudatiyên çanda devkî û nivîskî dide berhev, derdikevê holê ku ne ya tê bikaranîn lê çanda hatî nivîsandin û dokumentekirin folklora gelekî ye.
|
|
Celadet Alî Bedir-Xan Danerê Termînolojiya (Zaravenasiya) Folklora Kurdî |
Author : Ramazan PERTEV |
Abstract | Full Text |
Abstract :Ev gotar, xebatên Celadet Alî Bedir-Xan dinirxîne yên ku naverokên wan pabendî keresteyên folklora kurdî ne. Rewsenbîrê kurd Celadet Alî Bedir-Xan pêsengê nifsê Hawarê (1932-1946) ye ku ligel xebatên xwe yên din, wî bi rêya vekolîna keresteyên folklorê amaje bi gesekirin û xurtkirina nasnameyeke kurdî ya neteweyî kiriye. Ji aliyê tese û naverokê ve maweya xebatên rewsenbîrên nifsê Hawarê di dîroka vekolînên folklora kurdî de serdemeke giring e. Taybetmendiya vê serdemê ew e ku di van xebat û vekolînan de bi awayekî rasterast zaraveya “folklor”ê hatiye bikaranîn û folklor weku qadeke serbixwe hatiye qebûlkirîn. Hemû nivîsên rewsenbîrên vê serdemê bi zimanê kurdî ne. Herweha rewsenbîrên vê serdemê, gelek hêvî, daxwaz û pêsniyazên serdema beriya xwe bi cih anîne wek berhevkirin, tomarkirin û belavkirina keresteyên folklorî, vekolînên folklorî bi awayekî zanistî.
Celadet, yekem car pênaseya zaraveya “folklor”ê kiriye, weku destan, cureyên stranên gelêrî, dab û nerît, jiyana esîriyê, zanyariya gelêrî bi sedan keresteyên folklora kurdî berhev kirine û polîn kirine. Wî xwestiye ku hismendiya kurdan di warê folkorê de hisyar bike. Lewma wî metodên xebata meydanî di karê berhevkirina keresteyên folklorê de diyar kirine. Ev gotar hewl dide ku ji aliyê tese û naverokê ve xebatên Celadet Alî Bedir-Xan binirxîne û bide nasîn. |
|
Peyvrêzî Di Frazên Navdêrî De (Devoka Mêrdînê) |
Author : Mikail BÜLBÜL |
Abstract | Full Text |
Abstract :Frazên navdêrî hem bi awayekî pêsnavdêrî hem jî pasnavdêrî tên modîfiyekirin ku modîfiyekerên pasnavdêrî ji yên pêsnavdêrî gelekî komplekstir in. Di vê xebatê de modîfiyekerên pêsnavdêrî û pasnavdêrî ji aliyê peyvrêziya xwe ve hatine vekolan. Modîfiyekerên weke diyarker, çendîker, nîsander, rengdêr, temamker, frazên daçekî û risteyên peywendiyê, sereyan modîfiye dikin û di hin rewsan de peyvrêziya wan ji ber sedemên pragmatîk û fonksiyonî diguherin ku li ser vê guhertinê hêmanên weke prosodî, topîkalîte û fokûs tesîrdar in. Bi taybetî dema ku ji yekê zêdetir rengdêr û temamker sereyekê modîfiye dikin li gor rewsa topîkalîte û fokûsê, hiyerarsiyeke semantîk ava dikin ku pozîsyona nêzîkbûn û dûrbûna sereyê û guhertina peyvrêziyê yek ji stratejiya vê pêvajoyê ye. Ev rewsên peyvrêziya frazên navdêrî di vê xebatê de bi daneyên ji devoka Mêrdînê û bi perspektîfeke tîpolojîk hatine ravekirin.
|
|
????? ???? ?? ????? ???? ????? ?? ???? ???? ???? ??????? |
Author : Nûbar Remdan MEHEMED |
Abstract | Full Text |
Abstract :Sheikh Ahmad bin Sheikh Saleh bin Sheikh Mahmoud was born in Ain-Dewar 1935. He has acquired license for educating after French colonizing to Syria, he has also composed poetry since early days of his life; meanwhile, his poems have had fame and well spread among the people, but unfortunately many of them have been lost since they had been composed verbally and never been written. However, some of his poems have been maintained by the virtue of Kurdish singers who had sung them, like Mohammad Sheikho, in which those singers were the link to reach his masterpieces into all community
|
|
Motîfên Sereke Di Çîrokên Mîrze Mihemed De |
Author : Bünyamin DEMIR |
Abstract | Full Text |
Abstract :Çîrok û xebatên polînkirin û berawirdkirina çîrokan di nav xebatên folklorî de cihekî girîng digirin. Di nav cîhana folklorê de jî Stith Thompson xwedî cihekî bêhempa ye. Ew bi dehan salan li ser vegotinên gelêrî xebitiye û gelek berhemên derbarê folklorê de amade kirine. Yek ji xebatên wî ya herî girîng Motif-Indeksa Edebiyata Gelêrî ye ku ew herwiha wekî rebazek jî te qabulkirin. Li gorî vê rebazê hemu vegotinên gelêrî di nava xwe de tistên hevpar dicivînin ku ew ji wan re dibêje motîf. Me jî ev xebata xwe li ser kismek çîrokên kurdî ku ji qadê hatine berhevkirin kir. Ev çîrok ji ber lehengê xwe yê sereke wekî “Çirokên Mîrze Mihemed” tên nasîn. Bi gotineke din, bi bikaranîna Motif-Indexê me hevpariyên çîrokên Mirze Mihemed derxistin holê. Herwiha ji bilî tespîtkirina van motîfan, me wateyên wan ên di çanda gelêrî de jî dan.
|
|
Xwendineke Berawirdî ya Problema Xerabîyê Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othelloya Shakespeare De |
Author : M.Sirin FILIZ |
Abstract | Full Text |
Abstract :Problema xerabiyê, problemeke herî kevnare ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqas li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbûna xwe diparêze û gelek nîqasên felsefî û olî li ser vê problemê têne kirin. Shakespeare û Ehmedê Xanî di demên cuda de jiyabin jî em dikarin sopên vê problemê di berhemên her duyan de jî bibînin. Di çanda Rojava de ev problem bêtir di çarçoveya felsefeyê de hatiye nîqaskirin. Loma em di Othelloyê de bêtir rastî nêrînên felsefîk tên. Lê di çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora olê bêtir heye û sair û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbas bûne. Loma jî di Mem û Zînê de em bêtir rastî nêrînên olî yên li ser vê problemê tên. Di vê gotarê de di çarçoveya problema xerabiyê de em ê van herdu berheman bidin berhev. Her çend di navbera van her du berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin.
|
|
Dogu Kilisesi Erken Yüzyillari Özelinde Bir Degerlendirme |
Author : Zafer DUYGU |
Abstract | Full Text |
Abstract :Hiristiyanlik Miladî takvimin erken asirlarinda Roma Imparatorlugu disinda mevcudiyetini en genis çapli olarak Geç Antikçag öncesinde ve sirasinda sirasiyla Part ve Sâsânî hanedanlarinca idare edilen eski Iran sahasinda hissettirmisti. Anlasilan o ki, bu dinin eski Iran’daki erken dönemi büyük oranda Süryânîce ve bir ölçüde de Yunanca’yi kullanan Hiristiyanlar tarafindan ayri hiyerarsiler halinde sekillendirilmisti. Ancak Hiristiyanligin söz konusu bu cografyada ilk defa ortaya çikisina dair Kilise rivayetleri tartismalidir. Hiristiyanlarin Part ve Sâsânî hanedanlariyla iliskileri ile Kilise organizasyonu baglaminda teskilatlanmalari ise nevi sahsina münhasir arkaplânlar barindirmaktadir.
|
|
Farkliliklari “Anlamak" |
Author : Abdurrahim ÖZMEN |
Abstract | Full Text |
Abstract :Insanlar birbirlerine önemli oranda benzemekle beraber, uzaklik ya da yakinlik durumlarina göre birbirlerinden farkliliklar da göstermektedirler. Yasanan cografya, çevre ve tarihle ilintili olmasina karsin, anatomik özelliklerinden hareket ederek söz konusu bu farkliliklar uzun süre biyolojiye indirgenmis ve bu farkliliklar kimi gruplari "üst", diger gruplari da daha "asagi" bir yerde konumlandirmistir. Bu biyolojik indirgemecilik bir yandan kültürel gerçekligi yadsirken, diger yandan farkli insan gruplari arasinda çesitli sorun ve çatismalara da neden olmustur. Bu sorun ve çatismalardan kaçinmanin yolu var olan farkliliklari "anlamak"tan geçmektedir. Farkli etnik/kültürel kimliklerin birlikte var oldugu Mardin ve çevresi bu konuda önemli örnekler sunmaktadir. Bu vesileyle bu çalisma, farkli etno-kültürel insan topluluklarinin bir arada yasamak durumunda oldugu cografyalarda neredeyse kaçinilmaz bir durum haline gelmis olan sorunlarin üstesinden gelmek için; farkliliklara önyargilarla yaklasip dislamak yerine, söz konusu farkliliklari tanimak için anlamaya çalismaya odaklaniyor.
|
|